Cîhan
Soylu: Li Stenbolê ji 161 gumanbaran, 131 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu, derbarê Operasyona Qirkirinê ya Midûriyeta Emniyetê ya Diyarbekirê de agahî parve kirin.
Soylu got, "Di çarçoveya Pêngava 50. a Qirkirinê de li Diyarbekirê di saet 04.45an de bi 2 hezar û 135 hevalên me yên leheng, 20 kûçikên dedektor û balafirên hêzên me yên polîs re li Diyarbekirê operasyon hat destpêkirin. Di operasyona ku li dijî 236 gumanbaran hat lidarxistin de heta vê saetê 201 şikbar hatin desteserkirin.
Di operasyona ku me danê sibê li Stenbolê li dijî rêxistina sûcê organîze kir û ev demeke dirêj e em dişopînin de ji 161 gumanbarên heman rêxistinê 131 kes hatin desteserkirin."