TR KU SO
FB X
Cîhan

Starmer xatir xwest û îstifaya xwe pêşkêşî Kral Charles kir

Admin H
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2026 14:55

PeyamaKurd - Keir Starmer beriya ku ji bo pêşkêşkirina îstifaya xwe ji avahiya serokwezîriyê ya li kolana Downing Streetê ya Londonê derkeve, axaftina xwe ya dawî wekî Serokwezîrê Brîtanyayê kir û diyar kir ku erkê wî bi serkeftî bi dawî bûye.

Starmer bi hestiyarî behsa guherîna Partiya Karker a piştî şikestina 2019an û serkeftina hilbijartinên 2024an kir û ragihand ku xizmetkirina ji bo welêt şanaziyeke pir mezin bû û niha Brîtanya ji du sal berê xurttir û dadperwertir e.

Stamer destnîşan kir ku di serdema wî de aborî geş bûye, dema çavdêriya tenduristiyê ketiye asta herî nizm a 17 salên dawî, koçberî pir kêm bûye û sîstema parastinê hatiye xurtkirin; her weha bal kişand ser piştgiriya wan a ji bo Ukraynayê û diyar kir ku dijmin ji ber parastina nirxên mirovî hewl didin wan parçe bikin.

Starmer di peyama xwe de eşkere kir ku ew kursiyê serokwezîriyê radestî Andy Burnham dike, piştgiriya xwe ya tam ji bo wî nîşan da û spasiya hevjîna xwe Victoria Starmer, zarokên xwe û hemû tîmê xwe kir û bi dilxweşî û ken ji postê xwe veqetiya.

Piştî vê axaftinê, Starmer çû Qesra Buckinghamê û li wir ji aliyê Kral Charles ve hat pêşwazîkirin û îstifaya xwe bi fermî pêşkêş kir.

Ji aliyê rêveberiya qesrê ve ragihandina nûçeyan hat kirin ku Kral Charles ev îstifaya Sir Keir Starmer bi fermî pejirandiye; ev guherîna polîtîk a li Îngiltereyê wekî qonaxeke nû ya dîplomatîk li Ewropayê hat tomarkirin daku rê li ber aloziyên aborî û siyasî yên nû bê girtin û aramî berdewam bike.

Parve bike: