Cîhan
Stenbol | Di 53 beleman de 697 koçber hatin girtin û dersînorkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê 697 koçber hatine desteserkirin.
Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan a Stenbolê bi beşdariya hêzên ewlekariyê li seranserê bajêr operasyoneke lêgerînê daye destpêkirin.
Hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de bi piştgiriya Rêveberiya Şaxa Bendera Deryayê 53 belem hatine kontrolkirin û di encam de 697 koçber hatine desteserkirin.
Koçberên hatine desteserkirin piştî karûbarên yasayî ji bo Navenda Paşdevegerandinê ya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatin şandin û piştre jî hatin dersînorkirin.
Li bajarê Kocaelî yê Tirkiyê jî 197 koçber hatin dersînorkirin û ji bo welatên wan hatin vegerandin.