TR KU SO
FB X
Cîhan

Stoltenberg: Agirbesta bo Rojava dikare bibe bingeha çareseriya siyasî

📅 24 cotmeh 2019 12:55

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku agirbesta bo rojhilata bakurê Sûriyê dikare bibe bingeheke çareseriya siyasî.

Stoltentenberg li ser peymanên dawî yên bo Sûriyê, bê ku navên peymanan bibêje da zanîn ku wan dîtiye ku bo çareseriya siyasî gavên erênî dikarin werin avêtin.

Wî li ser rêkeftina Rûsya û Tirkîyê ya li Soçî got ku ‘’Bo dîtina encamên wê hîn zû ye’’.

Wezîrên berevanî yên endamên NATOyê dê bi mijara Sûriyê bicivin.

Stoltenberg da zanîn ku ew bo bidawîkirina şerê li Sûrîyê dikarin pêşnîyazan binirxînin û dîyar kir ku divê di wan pêşniyazan de hemî aliyên li Sûriyê hebin.

Parve bike: