Cîhan
Sûdanî bi Reîsî û bin Selman re axivî
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bi rêya telefonê ligel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Welîehd Prensê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman re axivî.
Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di pêwendiya telefonê de, Sûdanî Cejna Remezanê li Reîsî û Selman pîroz kiriye û hêvî xwestiye, li nav hemû gel û welatên dost û cîran ên herêmê ji bo dabînkirina aştiyê îstiqrar pêk were.
Herwiha hatiye gotin ku Sûdanî di pêwendiyên telefonê de, ji bo hersê welatan, girîngiya pêşxistin û parastina berjewendiyên hevbeş û zêdekirina ewlekariyê anîye ziman.