TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûdanî: “Em çareseriya leşkerî red dikin”

Admin M
Nivîskar
📅 05 adar 2026 20:41

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani behsa rûdanên li herêmê kir û got:

"Em wekî Iraq, çareseriyên leşkerî red dikin. Di çareseriya krîzên navdewletî de pêwiste diyalog û dîplomasî berya her tiştî be.”

Nivîsîngeha serokqezîrtiya Iraqê beşa çapemeniyê bi awayekî nivîskî ragihand ku Sûdanî bi cîgira serokwezîrê Hollanda û hem wezîra bergiriyê ya Hollandayê bi Dilan Yeşilgöz-Zegerius re di rêya telefonê de axifiye.

Sûdanî ragihandiye ku ew qebûl nakin pirsgirêkên herêmê di rêya leşkerî de çareser bibin lê divê di rêya diyalog û dîplomasiyê de çareser bibin.

Wezîra Hollanda Dilan Yeşilgöz jî gotiye ku hukumeta Hollandayê tewrê Iraqê yê xwurtkirina aştiyê teqdîr dike.

Yeşilgöz-Zegerius ragihandiye ku şer bandora xwe ya neyînî, ne tenê li herêmê lê li temamê dinyayê dike û behsa girîngiya dûremayîna ji şer kiriye.

Parve bike: