Cîhan
Sullivan: Mijara S-400 an çareser nebû
PeyamaKurd – Piştî hevdîtina Joe Biden û Tayip Erdoğan, ji Koşka Sipî di mijara S-400 an de şirove hatin kirin. Nûnerê ewlehiyê yê Koşka Sipî Jake Sullivan, bi rojnamevanên Koşkê re brîfîngekî telefonî danî. Sullivan, li ser hevdîtina Biden û Erdoğan weha got:
“Di hevdîtina Biden û Erdoğan de mijara S-400an ket rojevê. Di babeta çareseriya S-400 an de negihan ti encamê. Lê soz dan hev ku diyaloga mijarê dewam bike.
Mijara parastina balafirgeha Afxanistanê jî ket rojevê. Erdoğan bo parastinê got ku pêdivî bi destekê heye da balafirgehê biparêzin. Biden jî soza destekê da Erdoğan. Biryar hat dayîn ku Tirkiyê serpereştiya parastina balafirgeha Hamid Karzaî bike û niha em dixebitin dê çawa bikin.”