TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye | 13 ji wan zarok 25 sivîlan hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2020 00:32

PeyamaKurd - Li Idlib û Helebê şerê navbera rejîma Sûrî û komên çekdarên Tirkiyê, ligel ragihandina agirbestê berdewam dike.

Li gorî çavdêriya Sûrî (SOHR) herî dawî 25 sivîlan ku ji wan 13 zarok in di şer û pevçûnan de can dan.

Çavdêriyê diyar kir ku hêzên Rêjîmê, gund û bajarokên, Has, Keferoma, Meirezîta, Besqela, Meisiran, Babîla, Kersia, Bidama, Zeîniyê, Merend ên gundewar Idlibê, Hirêtan ê Helebê û Terdîn ê Lazqiyê topbaran kirin.

Herwiha balafirên Rûsya, herêma Îkard a gundewarê Helebê bombe kirin û hedefên sivîl jî bûne armanca êrîşan.

SOHRê da zanîn, komên girêdayî Tirkiyê li bajarokê Cercenaz ê Idlibê, herêma Wedîhî û derdora bajarê Helebê topbaran kirin.

 

Parve bike: