Cîhan
Sûriye: Agirbesta Idlibê ji bo Tirkiyê ceribandinek e
PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî li ser daxuyaniya ragihandina agirbestê li Idlibê got ku ev ji bo Tirkiyê û niyetên wan bangewaziyek e.
Caferî piştî gera 13an a Civînên Astanayê ku îro li Nursultan a Qazaxistanê bidawî bûn, civîneke rojnamevanî saz kir.
Beşar Caferî li ser mijara ragihandina agirbestê li Idlibê wiha axivî: "Daxuyaniya agirbestê, dê ji bo aliyê Tirkiyê û niyetên wan ceribandinek be. Hevdem tê wateya ku hikûmeta Sûriyê piştgiriya proseya Astanayê dike.”
Caferî diyar kir, rêveberiya Sûriyê li ser sozên xwe ye û got, sedema ku dema em li vir bûn (Nursultan) ragihandina agirbestê peyameke ji bo her kesî daku bizanin hikûmeta Sûriyê piştgiriya proseya Astanayê dike.