TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriyê avakirina ‘Herêma Ewle’ ya Amerîka û Tirkiyê red kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2019 21:07

PeyamaKurd – Rêveberiya rejîma Esed ragihand ku ew her cure lihevkirina Amerîka û Tirkiyê ya li ser herêma ewle red dikin.

Rayedarekî Wezareta Derve ya Sûriyê ji ajansa fermî ya dewletê SANAyê re ragihand ku ew destwerdana xirabkar a Amerîkayê li ser karê navxweyiya Sûriyê şermezar dikin û got ku her cure lihevkirina Tirkiye-Amerîkayê li ser avakirina herêma ewle wekî êrîşkarî dinirxînin û red dikin.

Rayedarê Sûriyeyî Tirkiye bi afirandina behaneyên êrîşkariyê tawanbar kir ku bi hinceta ewlekariya netewî vê yekê dike û diyar kir, avakirina herêma ewle tê wateya binpêkirina hiqûqa navdewletî û Neteweyên Yekbûyî.

Parve bike: