Sûriyê daxuyaniyên ser civîna Moskowê red kir: Mijara sereke vekisîna Tirkiyê bû!
PeyamaKurd – Li ser civîna doh 25ê Nîsanê ya Moskowê ku Wezîrên Derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê beşdarî kirin, daxuyaniyên cuda û nakok hatin belavkirin.
Li gorî daxuyaniyên Rûsya, Tirkiye û Îranê di civîna Moskowê de, digel çend pirsên din ên girêdayî Sûriyê, mijara asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê hatiye gotûbêjkirin.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê daxuyaniya her sê welatan a derbarê asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê de red kir û ragihand, rojeva wan a sereke, ne asayîkirina pêwendiyên digel Tirkiyê bûye. Wan di civînê de vekişandina leşkerên Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê gotûbêj kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameya Al-Watan a Sûrî ku dispêre çavkaniyekê, vekişîna Tirkiyê ji nav axa Sûriyê, mijara yekem e ku divê di gotûbêjên civînên asayîbûnê de were çareserkirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu jî berî civîna Moskowê bi rojekê gotibû, ew hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin.