Cîhan
Sûriye | Di êrîsa Îsraîlê de 4 çekdarên Hizbullahê hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşa Îsraîlê ya ser herêma Seyde Zeyneb a li gundewarên Şamê de, 4 endamên Hizbullaha Lubnanê hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand. di êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li dijî herêma Behdîle ya Seyde Zeyneb a gundewarên Şamê de, 4 çekdarên koma Hizbullah a Lubnanê hatine kuştin.
Hêjayî gotinê ye, doh 22yê Mijdarê balafirên şer ên Îsraîlê ji aliyê Girên Colanê ve hin binkeyên li derdora Şamê bombebaran kiribûn.