TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye: Di teqîna mayînê de 3 zarok mirin 2 jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 03 nîsan 2026 18:32

PeyamaKurd - Li gundewarê parêzgeha Idlib a Sûriyê di encama teqîna mayîneke çandî de ku ji paşmayên şer bû, 5 zarok bûn qurbanî.

Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand ku bûyer di dema ku zarokan di hundirê dibistaneke kevin de li bajarokê Hebîtê dilîst qewimiye.

Di teqîna dijwar de 3 zarok di cih de can dan û 2 zarokên din jî bi giranî birîndar bûn. Zarokên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke parêzgeha Hemayê.

Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka vê salê ve li seranserê Sûriyeyê di encama teqîna mayîn û paşmayên teqemenîyan de 128 kesan jiyana xwe ji dest dane û 177 kesên din jî birîndar bûne. Rêxistinên mafên mirovan balê dikşînin ser ku ev "kujerên bêdeng" bi taybetî li herêmên ku berê eniyên şer bûn, hîn jî gefeke mezin li ser ewlehiya giştî pêk tînin.

Parve bike: