TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye êrîşa Îranê ya li ser Baregeha Tenefê red kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2026 16:31

PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniyên Îranê yên derbarê bombebarankirina baregeha leşkerî ya Tenefê de red kirin.

Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyeyê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji ajansa nûçeyan a navneteweyî AFPyê re ragihand ku nûçeyên li ser êrîşeke bi vî rengî ya li ser axa wan ne rast in û wan her cûre bombebarana Îranê ya li devera Tenefê red kiriye.

Hêjayî gotinê ye, ev baregeha stratejîk ku bi salan ji aliyê hêzên Amerîkayê ve dihat bikaranîn, piştî vekişîna hêzên Amerîkî ya di meha Sibata borî de, radestî artêşa Sûriyeyê hatibû kirin û niha di bin kontrola Şamê de ye.

Li aliyê din, medyaya fermî ya Îranê li ser zarê Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) ragihand ku wan îro wekî bersivekê êrîşî "navenda fermandariya operasyonên taybet a Amerîkayê" ya li Tenefê kiriye ji bo tola kuştina leşkerên xwe yên li bajarê Bempûrê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hildin.

Parve bike: