Sûriye ji aliyê hêzên sereke hatiye dabeskirin
PeyamaKurd - Ji destpêka alozbûna krîza Sûriyê ve gelekî behsa wê yekê tê kirin ku hêzên sereke, Sûriye kirine perçe û di navbera xwe de parve kirine. Ji bilî hikûmetê û opozisyonê, 4 aliyên sereke yên navdewletî hene, weke Tirkiye, Rûsya, Amerîka û Îran.
Nûnerê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûrî Fûad Elîko di vê mijarê de dibêje ihtîmal heye ku ev bajar yan jî beşek jê bikeve bin kontrola Tirkiyê.
Rojnameyeke tirkî li ser zimanê Fûad Elîko gotibû ku Sûriye dê li ser 3 navçe, bê perçekirin, ew jî ev in:
-Navçeyek wê li jêr kontrol Hikûmetê, Rûsya û Îranê be.
-Ev navçe wê bajarên Laziqiyê, Tertûs, Hims, Şam û Dêre Zorê bin.
-Di vê çarçoveyê de hikûmet bi alîkariya Rûsya û Îranê wê bajar û deverên vê navçeyê ava bike.
Dabeşkirina Navçeyan li Sûriyê
Hikûmet-Rûsya-Îran
Laziqiyê
Tertûs
Hims
Şam
Dêre Zor
Li gorê wê navçeya duyem, dê li jêr kontrol Amerîka û hevpeymanên wê be, ku ew jî, di vê qonaxê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ne.
- HSDê jî li parêzgeha Hesekê, Reqa û navçeyên Rojhilatê Çemê Ferat û herêmên bakur û rojhilatê Dêre Zorê desthilatdar e.
- Bi vî awayî beşê mezin ji bakurê rojhilatê Sûriyê dê li bin kontrola Amerîka û hevpeymanên wê be.
Avakirina dever û bajarên vê navçeyê jî wê ji aliyê Amerîkayê ve bê kirin.
Dabeşkirina Navçeyan li Sûriyê
Amerîka
Hesekê
Reqa
Rojhilatê Ferat
Navçeya sêyem, weke ku di vê çarçoveyê de hatiye behskirin, navçeya li ku wê li jêr kontrol Tirkiyê be.
-Ew jî, navçeyên Hema û Idlib in, lê mijara Helebê, ku piraniya nişteciyên wê Sunnî ne, hîn di navbera Rûsya, Tirkiye û aliyên din de, danûstandin li ser tê kirin, tê pêşbînîkirin, Heleb jî têkeve bin kontrol Tirkiyê.
-Her li gorî vê gotinê, bi kontrolkirina Helebê, ji aliyê Tirkiyê ve, êdî dê dosyeya vî bajarî têkeve destê Tirkiyê û 3 milyon koçberên Helebê wê bikaribin vegerine cih û warên xwe.
-Tê zanîn ku berî krîza Sûriyê, 5 milyon û 500 hezar niştecî li Helebê hebûn.
-Lê ji ber êrîşên Artêşa Sûrî, û şer û pevçûnan, sala 2013an 75% ji nişteciyên vî bajarî koçber bûn.
-Li gore vê jî, wê Tirkiye bi erkê avakirina bajarên vê navçeyê rabe.
Dabeşkirina Navçeyan li Sûriyê
Tirkiye
Hema
Idlib
Heleb
(Rûdaw)