TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye û Iraq ji bo xeta petrolê ya Banyasê dest bi hevdîtinan kirin

Admin M
Nivîskar
📅 01 îlon 2026 17:11

PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê û komita hevpar ya ku ji aliyê şîrketên ku proja Basra-Hadise-Kerkuk-Banyasê bi rêve dibin, projeyekî amade dikin da pêşniyar bikin. Berdevkê wezareta petrolê ragihand ku temamkirina projê wê 2 heya 3 salan dewam bike.

Nûnerên şîrketên petrolê yên di asta navdewletî de yên Chevron, IT Capital û UCCê li Iraqê ne. Nûnerên şîrketan di vê heftê de li ser proja xeta petrolê ya Basra-Hadise-Kerkûk-Banyasê bi rayedarên wezareta petrolê ya Iraqê re çend civînan kirin.

Berdevkê wezareta petrolê ya Iraqê Salim Rukabi ji bo Rûdawê ragihandiye ku nûnerên şîrketan bi şîrketa petrolê ya Basra re civiyane û pêşniyara çawayiya bicîhanîna proja xeta petrolê pêşkêş bikin.

Di projê de, sehayên petrolê yên Basrayê, ji bajarê Anbarê heya bajarê Hadise wê çawa borûya petrolê raxînin û ji wê derê bi sehayên xeta Kerkûkê ve girêdin û bibin lîmana Banyasê ya Sûriyê, hene.

Proje dike armanc ku petrola xam bigihîne rafineriyên nava welat û hem petrola xam bigihîne derveyê Iraqê. Eger proje temam bibe, dê miqdarê îxracatê rojane gibihê 1 milyon varêl petrolê.

Parve bike: