Cîhan
Sûriyê yekîneyeke dî jî rêkire Efrînê
Rêvebiriya Şamê yekîneyeke ku ji milîsên gel pêk tê, rêkire bajarê Efrînê ku navenda Qantona Efrînê ye.
Çavkaniyên herêmî rangihandin ku ev yekîne bi otobusan hatine û li gundê Akîbê ku dikeve başûrê Efrînê de, hatine bicihkirin.
Meha bûrî jî hinek yekîneyên ji Hêzên Gel yên ku di bin fermana Rejîma Sûriyê de ne, ji bo piştgiriya YPGê xwe gihandibûne Efrînê.
Tevî ku hê negihabûne herêma şerê dijwar jî, ev hêz bûbûne hedefa hêzên Tirkiyê yên hewayî.
Şerê li Efrînê yê di navbera Hêzên YPGê û Tirkiyê de, ev 51 roj e bi dijwarî dewam dike.
Hate ragihandin ku hêzên Tirkiyê û piştgirên wê bi qasî du kîlometreyan nêzîkî bajarê Efrînê bûne.