Cîhan
Sûriyeyê balyozxaneya xwe ya giştî li Dîlokê vekir
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê balyozxaneyek giştî ya nû li Dîlokê vekir, bi armanca ku xizmetek nêzîktir ji sed hezaran Sûrîyiyên ku li parêzgehên başûr dijîn re peyda bike.
Di merasîma vekirinê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û rayedarên din ên Sûriyeyê û herwiha rayedarên Tirkiyeyê jî beşdar bûn.
Mihemed Yakub el-Omer, Rêveberê Karûbarên Balyozxaneyê li Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, diyar kir ku balyozxaneya nû ji bo xizmetkirina sed hezaran Sûrîyiyên ku li başûrê Tirkiyeyê dijîn hatiye vekirin.
El-Omer destnîşan kir ku berê, welatî ji bo karûbarên balyozxaneyê neçar bûn ku biçin Stenbolê û nûnertiya nû armanc dike ku xizmetguzariyan nêzîkî welatiyan bike, hem demê û hem jî lêçûnê kêm bike.