Suriyeyê, nûçeyên civîna çaralî red kirin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, çavkaniyên nêzî rejîma Esad, nûçeyên li ser hevdîtina bi Tirkiyeyê re red kirine û rejîma Esad beriya vê civîna çaralî, ji Tirkiyeyê xwestiye ku garantiya vekişîna bi temamî bide.
Hatibû diyarkirin ku dîplomatên payebilind ên Tirkiye, Rusya, Suriye û Îranê dê rojên çarşem û pêncşemê li Moskowê bicivin û rewşa Suriyeyê ligel rêjîma Beşar Esad ku daxwaza vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji bakurê Suriyê kiriye, gotûbêj bikin.
Li gorî agahiyên dawiyê, rayedarên Tirkiyeyê îro ji ajansa fermî ya Tirkiyeyê re ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Burak Akçapar, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Mîkaîl Bogdanov, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Ayman Sûsan û şêwirmendê payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Îranê Elî Asgar Hacî dê beşdarî civînê bibin.
Çavkaniyên alîgirên rejîma Suriyeyê jî ji rojnameya El Watan re axivîn û nûçeyên ji bo civîna cîgirên wezîrên karên derve li ser dîrokekê hatiye lihevkirin red kirin û tekez kirin ku ew bi berdewamî daxwaza vekişandina leşkerên Tirkiyeyê ya ji bakurê Suriyeyê dikin ku beriya civînê pêk were.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu, hefteya borî gotibû ku dan û standinên teknîkî dê qonaxeke ji bo hevdîtina wezîrên karen derve yên her çar welatan çêbike.
Çavuşoglu li Enqereyê ligel hevtayê xwe yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan di civîna çapemeniyê ya hevpar de gotibû, "Aliyê Îranê jî dê beşdarî vê civînê bibe. Di vê hevdîtinê de dê amadekariyên civîna wezîrên karên derve bên kirin."
Tirkiye, di nav hêzên derve de ye ku destwerdana şer dike. Piştî êrîşên hêzên Kurd û çeteyên IŞÎDê, leşkerên wan li bakurê welat in.