TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriyeyî li Derayê ji ber Rûsan direvin

📅 01 tîrmeh 2018 00:20

PeyamaKurd - Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û piştgirên wî êrîşên xwe yên li ser bajarê Deraya ku li rojavayê başûrê welêt dikeve didomînin. 

Bi hezaran sivîl ên ku ji ber wan êrîşan direvin jî ber bi sînorê Urdinê ve koç dikin.

Rejim û piştevanên wê di 20ê hezîranê de li hemberî bajarê Derayê dest bi operasyoneke berfireh kiribûn û li ser wê yekê jî sivîlên li bajêr diman jî dest bi koçê kiribûn û berê xwe didan sînorê Urdinê.

Herî kêm 150 hezar sivîl ên ku ji ber şer û tundiyê reviyan bi mecbûrî koçî sînorê Urdun û Îsraîlê dikin û di 10 rojên dawîn de jî herî kêm 97 sivîl hatin kuştin.

Qelebalixiya ku piraniya wan ji jin, zarok, kal û pîran pêk tê li ser sînorê Urdinê disekinin lê rêveberiya Ammanê destûrê nade ku ev komên hanê derbasî alî Urdunê bibin.

Li erda ku koçberên Derayî lê dimînin kon û cihên mayînê tunene û ji ber vê jî di qêleqija havînê da gelek zehmetiyê dikişînin.

Şêniyên Derayî li benda alîkariyê ne û dixwazin ku derbasî alî Urdinê bibin.

Parve bike: