Swêd: Dîmenan, lihevkirina me û Tirkiyeyê dijwartir kirin
PeyamaKurd- Wezîra Karên Navxweyî ya Swêdê Ann Linde, li ser dîmenên ku parlamenterên Partiya Çep, sembolên PKKê rakiribûn, daxuyaniyek da. Linde diyar kir ku wan dîmenan, bandoreke neyînî li ser lihevkirina wan û Tirkiyeyê ya ji bo NATOyê kiriye.
Ann Linde, di dema ku li nav Yekîneya Leşkerî ya Grava Gotlandê digeriya de ji bo rojnameya Aftonbladetê axivî. Wezîr Linde di axaftina xwe de bal kişand ser dîmenên ku 3 parlamenterên Partiya Çep propagandaya PKKê kiribû û sembolên wan rakiribû.
Ann Linde, li ser mijarê diyar kir ku bi belavbûna wan dîmenan re hevdîtinên navbera Tirkiye û Swêdê yên li ser endamtiya NATOyê hîn zehmettir bûne.
Linde bi berdewamî got, “Medyaya Tirkiyeyê, her dem van dîmenan û bûyerên ku dişibin vê bûyerê tîne rojevê. Em dibêjin ku ev yek, li gorî zagonên Swêdê, azadiya ramanê ye. Lê em wisa difikirin ku ev yek ji bo hikûmetê, rewşeke ne guncav e.”
Wezîr Linde bal kişand civîna yekemîn a ku di çarçoveya peymana Tirkiye, Swêd û Finlandiyayê de di 26ê Tebaxê de li bajarê Vantaayê yê Finlandiyayê hatibû kirin û got,
“Civîn dê pêşî li Swêdê bihata kirin. Ji ber hin pirsgirêkên pratîkî, veguhezî Finlandiyayê. Di vê civînê de li ser têkoşîna li dijî terorê û hevkariya vê têkoşînê hat nirxandin û ji bo ku divêtiyên peymanê werin bicihanîn, xebatên hatibûn kirin, di ber çavan re hatin derbaskirin.”