TR KU SO
FB X
Cîhan

Swêd: Ji bo bêhurmetiya li hember Qur’anê dubare nebe em dixebitin

Admin L
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2023 13:30

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom êrîşên li ser Qur'anê yên li welatê wî weke 'çinhûr' nirxand û diyar kir ku hikûmeta wî hewl dide qanûnan biguherîne da ku êrîşên bi vî rengî dubare nebin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Cezayîrê de hat ragihandin, Wezîrê Derve yê Swêdê Billstrom bi Wezîrê Derve yê Cezayîrê Ehmed Attaf re bi telefonê axivî.

Di hevdîtinê de Wezîrê Swêd Billstrom bal kişand ser hebûna qedexeyên destûrî yên ku şiyana hikûmeta wî welatî ji bo pêşîgirtina li van kiryaran sînordar dike, xemgîniya xwe ya ji bo van kiryarên ku welatê wî weke 'bi nefret' bi nav dike anî ziman û bi eşkere ew bûyer red kir û got, "Em dixebitin ku bêhurmetiya li Qur'anê dubare nebe."

Bilstrom herwiha Attaf li ser înîsiyatîfa Wezareta Dadê ya Swêdê ya "nirxandina îhtîmala adaptekirina qanûnên Swêdî yên li ser parastina nîzama giştî bi hewcedariya çareserkirina vê tevgera ku nayê qebûlkirin" agahdar kir.

Ji aliyê din ve Wezîrê Cezayîrê Attaf bal kişand ser nirxên Swêdê yên wekî jiyana hevbeş, dirêjkirina destê alîkariyê, cihêkarî û dûrxistinê û destnîşan kir, bêhurmetiya Qur’anê bi nirx û kevneşopiyên Swêdê re jî nakok e.

Li Cezayîrê, roja Duşemê nûnerên nûnertiyên dîplomatîk ên Swêd û Danîmarka yên li Cezayîrê, ji ber êrîşên li dijî Qur'ana Kerîm bang li Wezareta Karên Derve kirin û nota protestoyê hat dayîn.

Endamên koma marjînal a li dijî îslamî û neteweperest "Danske Patrioter (Welatparêzên Danîmarkî)" li Danîmarkê roja Duşemê li ber deriyê balyozxaneyên Îranê û piştre jî yên Iraqê li Kopenhagê Qur’an şewitandin.

Endamên komên li dijî Îslamê yên marjînal di 21ê Tîrmehê de li ber Balyozxaneya Iraqî ya li Kopenhagê Qur’ana Pîroz şewitandin.

Salwan Momika ku bi eslê xwe Iraqî ye û li Swêdê dijî, di roja ewil a Cejna Qurbanê de Qur’ana Pîroz di bin parastina polîsan de li ber mizgefta Stockholmê şewitandin.

Di 20ê Tîrmehê de, Momika Qur'ana Pîroz û ala Iraqê di bin parastina polîs de li ber Balyozxaneya Iraqê li Stockholmê binpê kir.

Parve bike: