Swêd: Me li dijî PKKê, xebatên xwe zede kirin
PeyamaKurd- Ji aliye Serokê Danûstendinan ê Swêdê yê ji bo Endametiya NATOyê Oscar Stenstrom ve hat diyarkirin ku Swêdê li dijî PKKê, xebatên xwe zêde kirine.
Hat diyarkirin ku civîna sêyemîn a " Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî " ku di çarçoveya Peymana Sêalî ya di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandiyayê de hat avakirin, li baregeha NATOyê ya li Brukselê hat lidarxistin.
Stenstrom, piştre civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku hikûmeta Swêdê li dijî PKKê, gavên berbiçav havêtine û got,
"Têkiliya tawanên organîze yên giran û fînansekirina terorê ji bo welatê me belayek e. Ji ber vê yekê rayedarên Swêdî bertek nîşan didin. Hikûmetê îro pêşnûmeya qanûna tawanan pêşkêşî meclîsê kir. Rayedaran bi taybetî li dijî terorê û PKKê xebatên xwe zêde kirin."
Stenstrom ragihand ku civîna Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî baş derbas bû û pêşketin çêbûn û diyar kir ku parlamentoya niha ya Tirkiyeyê dê li ser wê yekê ku serlêdana Swêdê ya endamtiya NATOyê were pesendkirin yan na, şîrove neke.
Hat diyarkirin ku di pêşnûmeya qanûnê de ku bi armanca sûcdarkirina endamtiya rêxistinên terorê yên li welêt, kesên ku beşdarî çalakiyên terorê dibin û bi rêxistinên terorê ra hevkariyê dikin heta 4 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Her wiha hat eşkerekirin ku heger sedemên giran hebin, sizayên van tawanan dê herî kêm 2 sal û herî zêde jî 8 salên sizayên girtîgehê bin û kesên ku bi tawanên wekî çek, cebilxane, madeyên şewat û teqemenî, desteka veguhestinê, bi kirêkirina erd û milkên rêxistina terorê re heta 4 salan ceza tê xwestin.
Hat eşkerekirin ku heger sedemên van sûcan girantir bikin, ji 1,5 sal heta 7 salan cezayê girtîgehê yê zêde tê pêşbînîkirin.