Swîsreyê, pakêta alîkariyê ya ji bo wî welatî red kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Swîsreyê hatin ragihandin, Meclisa Nûneran a Swîsreyê; pakêta alîkariyê ya 5 milyar frankên Swîsreyê (5,5 milyar dolar) ji bo piştgiriya Ukraynayê red kir.
Di nûçeyan de hat destnîşankirin ku ev pêşnûmeya pakêta alîkariyê ya ku dihat payîn 5-10 salan berdewam be, ji aliyê Komîteya Polîtîkaya Derve ya Meclîsa Nûneran ve hat redkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis, di derbarê biryarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Swîsreyê ji bo gelê Ukraynayê 3 paketên piştgiriyê amade kirine û ji ber şerê ku dewam dike, ew nikarin pêşbînî bikin ka çiqas hewcedariya ji nû ve avakirinê heye.
Cassis got , "Swîsreyê ji niha ve alîkariyeke mezin a darayî daye Ukraynayê. Hikûmeta Swîsreyê ji bo serdema 2025 û 2028an ji bo Ukrayna û herêmê beriya niha bi qasî 1,5 milyar frank veqetandibû."
Tê payîn ku mijara alîkariya ji bo Ukraynayê, di 12ê Hezîranê de careke din bikeve rojeva meclisê.