TR KU SO
FB X
Cîhan

Talîban car din êrîs kir: 37 kustî

Admin M
Nivîskar
📅 10 îlon 2018 23:06

PeyamaKurd- Di van çend mehên dawiyê de Talîban êrîşên dijwar dibe ser hêzên dewletê û gelek ji wan dikuje. Vê carê jî li bajarên Qundizê û Jarwanê Talîbanê êrîş bir ser hêzên dewletê û 37 kes ji wan kuşt.

Li gor ragihandina serokê meclisa Qundizê Mohammad Yûsûf Eyûbî, 13 kesên hêzên asayîşê, di dema ku nobeta xwe li Deştî Arçî diguhertin hatine kuştin. Di heman demê de 15 kes jî birîndar bûn. Ev tenê li yek deverek bûyer weha qewimiye.

Rêvebirê polîsên Cawzanê Feqîr Mûhammed Cawzanî ragihand ku Talîban bo hêzên asayîşê ji deverê derkevin, li navçeya Xamyabê ji çend layan ve êrîş kirine ser hêzên dewletê û weha got:

“ Li herêmê şerekî dijwar qewimî. Me nexwest zerar bigihê mal û canê xelkê herêmê. Di êrîşê de herî kêm 10 heb polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Ji Talîbanê jî 8 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.”

Parve bike: