TR KU SO
FB X
Cîhan

Talîban merasîma destbikarbûna hikûmetê 11ê Îlonê li dar naxe!

Admin H
Nivîskar
📅 10 îlon 2021 23:39

PeyamaKurd – Talîbanê ragihand ku merasîma destbikarbûna hikûmeta wan berevajî nûçeyên derbarê salvegera êrîşa 11ê Îlonê ya El Qaîdê bi ser Amerîkayê de, li 11ê Îlonê nayê kirin.

Endamê komîsyona çandê yê Talîbanê Inamullah Samanganî, li ser Twitterê derbarê mijara roja sondxwarina hikûmeta Afganistanê ya nû de got, “Gotegotên ku dibêjin, sibe yanî roja 11ê Îlonê merasîma destbikarbûna hikûmetê tê lidarxistin ne rast in.”

Inamullah Samanganî herwiha da xuyakirin ku çend roj berê biryara bipaşxistina merasîma destbikarbûna hikûmetê hatiye dayîn.

Parve bike: