Cîhan
Talîbanê 45 kesan revand
PeyamaKurd- Çekdarên Talîbanê li bakûrê Afxanistanê li bajarê Cuzcanê 45 kesan revand. Berdevkê wezareta karên hundir Nusret Rehîmî bo çapemeniyê ragihand ku xelk dema diçû merasima cenazeyê kesekî wezîfedarê dewletê, li navenda Cuzcanê li Şibirganê wan ji erebeyên wan daxistine û 45 kesan revandine.
Rehîmî got ku kesên hatine revandin extiyarin û bo berdana wan xebat dewam dikin. Di mijarê de Talîbanê heya niha ti beyan nedaye.