TR KU SO
FB X
Cîhan

Talîbanê bi çekên Amerîkî merasîmeke leskerî li dar xist

Admin L
Nivîskar
📅 15 mijdar 2021 14:32

PeyamaKurd – Talîbanê bi çekên Amerîkî merasîmeke leşkerî li Kabûlê li dar xist û hêza xwe nîşan da.

Di meş û merasîma leşkerî de, Talîbanê panzerên Amerîkî û wesayitên zirxî û helîkopterên Rûsyayê nîşan dan ku dixwaze ji çekdarên serhildayî ji bo leşkereke nîzamî rêxistî dayîmî xwe biguherînin.

Talîbanê di nêzî 20 salên borî de, wekî şervanên serhildêr kar kir, lê embarên çekî yên mezin û alavên leşkerî bi dest xistin piştî ku hikûmeta Kabûlê ya rojava alîkariya wê dikir, di nîva Tebaxa borî de û di demek kurt de jinav çû.

Meşa leşkerî di bîranîna derçûna xuleke rahênanên leşkerî ya 250 serbazên nû de bû, ku rahênanên xwe bidawî kirin ev meş pêk hat, leşkerên Talîban li ser çekên weke panzer û tirêmbêlên Amerîkî û daketina helîkopteran û meşa leşkeran bi tivengên Amerîkî ji cûrê M4 li ser cadeya giştî ya bajarê Kabûlê merasîm pêk hat. 

Dema ku Amerîka, Afxanistan bicih hişt, nêzî 70 firoke û hejmarek tirimbêlên leşkerî, panzer, tank û moşekaên berevaniya esmanî pûç kirin û ji kar xistin berî ku xwe bigihînin Balafirxaneya Kabûlê.

Parve bike: