TR KU SO
FB X
Cîhan

Talîbanê qetlîam kir: Bi sedan kustî hene!

Admin V
Nivîskar
📅 17 tebax 2018 14:35

PeyamaKurd- Talîbanê li Afganîstanê li bajarê Gazneyê di heman demê de 23 êrîşên hewayî kirin û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin. Di navbera hêzên Afganîstan û Talîbanê de şer didomin.

Piştî bûyeran, Nexweşxaneya Gazneyê daxuyaniyek da û got ku ji ber kuştî û birîndaran, rê li nexweşxanê nemaye.

Artêşa Afganîstanê û çekdarê Talîbanê êrîşî navenda bajarê Gazneyê kiribûn. Ev nêzîkî hefteyekê ye ku şer didomin. Heta niha bi sedan kes hatin kuştin û gelek avahiyên dewletê jî hatin şewitandin.

Parve bike: