TR KU SO
FB X
Cîhan

Talîbanê, tayînkirina xizman qedexe kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 20 adar 2023 18:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Talîbanê Hibetullah Axundzade, biryarnameyek derxist û qedexe kir ku karbidestên hikûmetê xizmên xwe li saziyan tayîn bikin. 

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokê Talîbanê Hibetullah Axundzade, biryarnameyek derxist û tê de ferman da rayedaran ku xizmên xwe ji kar dûr bixin.

Talîbana ku di sala 2021an de li Efxanîstanê ji nû ve desthilatdarî bi dest xist, li karbidestên Efxanî qedexe kir ku xizmên xwe li saziyên hikûmetê tayîn bikin.

Piştî ku Talîban desthilatdarî bi dest xist, gelek endamên hikûmeta alîgirê rojava ji welêt reviyan an jî ji kar hatin havêtin.

Rexneya ku kesên bê tecrube bi rêya têkiliyên xizimtiyê ve vala derdixin, demek bû di rojevê de bû.

Parve bike: