Talîmata Netanyahu: "Muslixên pereyan vekin"
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir, şerê li Şerîda Gazzeyê ku Îsraîl êrîşên esmanî û bejahî lê dike, bûye sedema lêçûnên aborî.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Îsraîlê hat dayîn, Netanyahu bi Wezîrê Maliyeyê yê rastgirê tundrew Bezalel Smotrich re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Netanyahu di derbarê aboriya şer de jî got, wî ferman daye "ku tapên muslixên vekin û pere biherikînin her kesê ku pêdiviya wan pê heye."
Netanyahu got, "Şer bû sedema lêçûnên aborî, lê em ê bê dudilî bidin."
Smotrich di heman demê de rêzek arîkariya darayî û pakêtên piştgiriyê ji kesên ku di artêşa Îsraîlê de wekî rezervîst têne leşker kirin, Îsraîliyên ku ji herêmên pevçûnan hatine derxistin û karsaziyên li seranserê welêt ragihand.
Smotrich destnîşan kir, ji bo meha Mijdarê li seranserê welêt baca hatinê, ewlehiya civakî û dayinên din hatin sekinandin û ji bo leşkerên ji mecbûrî hatin girtin heta daxuyaniyeke din dayîna bacê hat rawestandin.