TR KU SO
FB X
Cîhan

Tankêra sotemeniyê bi kamyona ajalan de teqiya: 48 kes mirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 îlon 2024 22:51

PeyamaKurd – Li eyaleta Nîjer a welatê Nîjeryeyê tankêre sotemeniyê teqîya û li kamyoneke rêwiyan û barê wê ajal bûn xist.

Ajansa Rewşên Lezgîn a Nîjerê ragihand ku di encama bûyerê de teqînek çêbûye û 48 kes mirine.

Hate diyarkirin ku tîmên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatine veguhestin û dema teqînê hejmarek wesayîtên din jî ziyan dîtine.

Ji bo miriyên bûyerê merasîmeke komî ya cenazeyê hate kirin.

Parve bike: