Cîhan
Tankereke neftê li bajarê Khasabyê Ummanê rastî êrişê hat
PeyamaKurd - Ajansa Operasyonên Bazarganiya Deryayî ya Birîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li derketina Strait of Hormuz, di mesafeya nêzî 31.5 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Khasbyê Ummanê êrişeke bi guman li ser tankereke neftê pêk hatiye.
Li gorî agahiyên UKMTOyê, 3 tiştên bi guman li keştiyê ketine, lê di vê bûyerê de ti ziyanên giyanî, birîndarî yan jî zirarên jîngehî çênebûne.
Hate diyar kirin ku derbarê vê bûyera ku piştî zêdebûna aloziya navbera DYA û Îranê li herêmê rû daye de lêkolîneke berfireh hat destpêkirin.
UKMTOyê bang li hemû keştiyên li heremê kir ku hişyar bin û her liv û tevgera bi guman ji saziyê re ragihînin.