Cîhan
Tayip Erdoğan bi sekreterê giştî yê NY bi Guterres re axifî
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi sekereterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî bi Antonio Guterres re axifî. Di axaftinê de li ser pirsgirêkên herêmê û kureyî rawestiyan.
Erdoğan ragihand ku ew wekî Tirkiye li ser mijara Îranê, Xezayê û Qiloçê Afrîkayê û li ser gelek deverên din ji bo aştiyê û tesîsa aramiye axifîne.
Erdoğan, li ser peymana navbera Îranê û DYA jî bi Guterres re axifiye û gotiye ku divê herkes hişyar be da peyman neyê sabotekirin û bo parastina peymanê rol dikeve ser milê civaka navdewletî.
Erdoğan behsa misyona NY ya li Sûriyê kiriye û mîsyonê girîng nirxandiye û xwestiye xebatên xwe yên li Sûriyê dewam dike û eger pêwsit be, dê Tirkiye destekê bide wan.