Cîhan
Tayîp Erdogan sekreterê NATO yê Stoltenberg qebûl kir
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg seredana payîtexta Tirkiyê Ankara kir û ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdğan ve hat qebûlkirin. Civîn bo çapemeniyê girtîbû û yek siet dewam kir. Di civînê de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu, wezîrê bergiriyê Hulusi Akar û nûnerê Tirkiyê yê NATO yê, balyoz Basat Öztürk amade bûn.
Jens Stoltenberg, ragihand ku bi Erdoğan re li ser arîşeya rojhilata Derya Sipî ku di navbera Tirkiyê û Yûnansitanê de heye, axifîne, li ser ûsûla jihev veqetandina leşkerî rawestiyane û hevdîtia wan baş bûye.