TR KU SO
FB X
Cîhan

Taywan: 21 balafir û 5 kestiyên ser li dora giravê hatin dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 27 tebax 2022 22:56

PeyamaKurd – Piştî seredana seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi ya ji bo Taywanê dijberiyên di navbera Çîn û Amerîkayê de zêdetir bûn. Berya Pelosi seredana Taywanê bike, Çînê gotibû ku wê artêşa Çînê rihet nesekine. Nija jî Taywanê ragihand ku 21 balafir û 5 keştiyên Çînê yên şer di lora Girava Taywanê hatine dîtin. Di ragihandina Taywanê de hat gotin ku alavên elektronîk yên şopandina balafir û keştiyên Çînê, bi sîstemên fuzeyên li erdê bicîhkirî tên şopandin.

Balafirên Çînê, di Buhira Taywanê de xeta navberê derbas dikin û dewriyeyên xwe kirine nîzamî. Sanatora komarî ya Amerîkayê Marsha Blackburn jî di 3 rojên ku seredana giravê kiribû de, firên balafiran Çînê zêdetir bûne.

Do jî 35 balafir û 8 keştiyên şer di dora giravê hatibûn dîtin û 18 balafir xeta nîvî derbas kiribûn.

Dewleta Çînê ji seredanên Amerîkayê yên ne fermî aciziya xwe aşkera dike û Taywanê weka perçeyekî ji axa Çînê dibîne.

Parve bike: