TR KU SO
FB X
Cîhan

Taywan: Em ji destpêkirina serê Çînê, bi guman in

Ruken güler
Nivîskar
📅 09 tebax 2022 18:32

PeyamaKurd- Ji liyê Wezareta Karên Derve ya Taywanê ve li ser aloziyên navbera Çîn û Tawyanê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku gumana wan heye, Çîn bi rastî jî dest bi şerî bike.

Piştî serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ya ji bo Taywanê, aloziyên navbera herdu aliyan bê navber didomin. Li ser mijarê, ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Taywanê Joseph Wu ve daxuyaniyek hat dayîn û bi rêya daxuyaniyê, gumanên rayedarên welêt hatin parvekirin.

Wezîr Joseph Wu, di ragihandinên xwe de bal kişand ser tetbîqatên Çînê yên ku li derdora tengava Taywanê didomin û got,

“Ez bi guman im ku Çîn bi rastî jî li hember Taywanê dest bi şerekî bike. Niha ji bo ku me bitirsînin, çi ji destê wan tê, dikin. Lê divê em nîşan bidin ku ew çi jî bikin, em ji wan natirsin.

Jixwe bi salan e Çîn gefan li Taywanê dixwe. Ev yek, di pêvajoya dawî de hîn cidî bû. Pelosî serdana Taywanê nekira jî jixwe her dem gefa Çînê ya leşkerî li wê derê heye. Divê di serî de em li hember vê yekê serî rakin. Çîn, nikare li hember kesên ku werin Taywanê û bixwazin piştgiriyê bikin, zordestiyê bike.”

Wezîrê ku nêzîkahiya Çînê nirxand, bi berdewamî da zanîn ku armanca Çînê ew e ku bi van hewilan, moralê xelkê Taywanê têk bibe û dibe ku van kiryarên xwe êdî daîmî bike.

Parve bike: