TR KU SO
FB X
Cîhan

Taywanê ragihand: Me drona Çînê xist xwarê

Ruken güler
Nivîskar
📅 01 îlon 2022 20:00

PeyamaKurd- Ajansa nûçeyan a Taywanê CNAyê ragihand ku Fermandariya Berevaniya Kinmenê, li droneke sivîl a Çînê daye û dron ketiye xwarê.

Li gorî nûçeya ku li ser daxuyaniya fermandariyê hat belavkirin, di saetên nîvrojê de li Girava Şİ ku leşkerên Taywanê lê hatine bicihkirin, droneke nasname ne diyar li asîmên geriyaye.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Taywanê, di serî de bi guleya agirî hişyarî daye û piştre bi guleyan xwestiye dronê dûr bixe. Hat eşkerekirin ku tevî hişyariyan, dron car din li ser qada leşkerî firandina xwe dewam kiriye û wan jî li dronê daye û ew xistiye xwarê.

 Hat ragihandin ku hefteya borî jî dîsa dronên sivîl li ser gravên herêmên bin venêrîna Taywanê geriyane û gera xwe ya li ser kozikên leşkerî û nobetê berdewam kirine.

Her wiha hat ragihandin ku dîmenên vê tevgera dronan jî di ser rûpelên înternetê re bi raya giştî re hatine parvekirin.

Rojek beriya niha jî artêşa Taywanê ragihandibû ku ew ê ji bo binpêkirinên dronên sivîl, biryara xwe ya ji 4 qonaxên destwerdanê pêk tê, bi rê ve bibin. Hat diyarkirin ku xistina van dronan jî di çarçoveya van qonaxan de çêbûye.

Parve bike: