TR KU SO
FB X
Cîhan

Tehran amadekariya serdana Reîsî ya bo Tirkiye û Sûriyê dike

Admin H
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2023 01:28

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Tehranê ji bo serdana Serokomar Îbrahîm Reîsî ya bo Enqere û Şamê amadekariyan dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîneke rojnamevanî de piştrast kir ku amadekarî bo serdana Reîsî ya bo Tirkiye û Sûriyê têne kirin.

Kenanî got: “Ji ber ku gelek vexwendin di vê derbarê de hatin, hikumet serdana serokomar Reîsî ji bo Sûriye û Tirkiyeyê di dema pêş de, nîqaş dike.”

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî di demeke ku alîkarê wezîrê derve yê Sûrieyê Eymen Sosan serdana Tehranê kir û bi hejmarek rayedarên Îranê re hevdîtin pêk anîn hat dayîn.

Ji aliyê Tirkiyeyê ve hîn derbarê serdana Reîsî de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Parve bike: