TR KU SO
FB X
Cîhan

Tehran ji bo lihevkirinê 24 milyar dolaran dixwaze

Admin H
Nivîskar
📅 26 gulan 2026 18:35

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê "Tasnim", li ser zarê çavkaniyeke nêzîkî tîma danûstandinkar a Tehranê ku niha li Qeterê ye eşkere kir ku hikûmeta Îranê ji bo gihîştina bi rêkeftineke muhtemel li gel Amerîkayê, mercê azadkirina 24 milyar dolarên xwe yên blokekirî daye pêş.

Li gorî daxwaza fermî ya tîma Îranî, divê di gava yekem a îmzekirina peymanê de nîvê vê jimarê (12 milyar dolar) yekser were berdan, herwiha 12 milyar dolarên mayî jî di nava 60 rojan de bi temamî radestî Îranê werin kirin.

Ev daxwaza han mîna bingeheke sereke ya aborî tê dîtin daku Tehran razî bibe pêngavên kêmkirina aloziyên li herêmê bavêje.

Parve bike: