Tehranê bersiva Trump da: Me daxwaza danûstandinê nekiriye
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmail Bekayî, îddîaya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku digot "Îranê daxwaza berdewamkirina danûstandinan kiriye" bi awayekî fermî derewand.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Bekayî ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo danûstandinên bi vî rengî tu daxwazeke nû pêşkêşî Washingtonê nekiriye û gotinên serokê Amerîkayê ne rast in.
Hêjayî gotinê ye ev daxuyanî piştî ku Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî parve kiribû ku Îranê daxwaza muzakereyan kiriye, wan jî ev daxwaz pejirandiye lê bi awayekî zelal ji Tehranê re ragihandine ku agirbest bi dawî bûye, hate dayîn.
Îsmail Bekayî bal kişand ser hevdîtin û rêkeftinên berê û diyar kir ku protokola lihevkirinê ya ku meha borî di navbera aliyan de hatibû îmzekirin, ji aliyê Amerîkayê ve gelek caran hatiye binpêkirin. Bekayî tekez kir ku polîtîkaya serekî ya Tehranê li ser hîmê "li hemberî pabendbûnê, pabendbûn" hatiye avakirin û heke Washington binpêkirina sozên xwe berdewam bike, Îran jî dê bi pêngavên wekhev bersivê bide.