Cîhan
Temsîlkarê Amerîkayê yê taybet Jeffrey giha Ankara
PeyamaKurd- Temsîlkarê Amerîkayê yê taybet bo Sûriyê James Jaffery giha Ankara. Jeffrey wê li Ankara hinek hevdîtinan pêkbîne. Jeffrey siet di 7 ê piştî nîvro de gihan Ankara, li balafirgehê ji aliyê rayedarên Tirkiyê de hat pêşwazîkirin û bê ku di çi mijarê de biaxife, ji balafirgeha Esenboğayê veqetiya.
Herkes li bendeye ku di mijara “herêma bi ewle” û “Sûriyê” de têkiliyan bike û di vê çarçoveyê de wê bi wezareta karên derve, wezareta bergiriyê û berdevkê serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalın re hevdîtinan bike.