TR KU SO
FB X
Cîhan

Termê Ratko Mladiç bi merasîmeke leşkerî hat veşartin

Admin H
Nivîskar
📅 07 îlon 2026 20:06

PeyamaKurd - Ratko Mladiç ê ku ji ber Komkujiya Srebrenitsayê bi cezayê muebbetê hatibû mehkûmkirin û li Laheyê jiypana xwe ji dest dabû, tevî hişyariyên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî li paytexta Sirbistanê Belgradê bi merasîmeke leşkerî bi xakê hat spartin.

Merasîma ku bi beşdariya hezaran kesan û serkirdeyên siyasî hate lidarxistin, ji aliyê Dêra Ortodoks ve hate birêvebirin û artêşa Sirbistanê ji bo Mladiç gule avêtin.

Ev merasîma leşkerî rastî bertekên tund hat. Komîteya Ewropayê diyar kir ku li welatên ku dixwazin bibin endamê YEyê pesnê sûcdarên şer nayê qebûlkirin û Wezîrê Derve yê Xirwatistanê Gordan Grlic-Radman jî ev rewş wekî "heqareta li hemberî qurbaniyan" bi nav kir.

Parve bike: