TR KU SO
FB X
Cîhan

Teslîmata F-35an bo demekê radiweste

Admin M
Nivîskar
📅 13 tebax 2018 18:56

PeyamaKurd- Serokê Amerîakyê Donald Trump îro ber destê êvarê wê reşbeleka budçeyê îmze bike. Budçe ya sala 2019a ye. Di reşbelekê de heye ku balafirên F-35an bo demekê bidin rawestandin.

Piştî Trump budçeyê îmze bike, dibe qanûnî û tê de bo firotina F-35an bo Tirkiyê sînor tê danîn. Amerîka wê F-35an nede Tirkiyê heya rapor amade bibe bê wê Tirkiyê ji bernameya F-35an derxin an na.

Pentagon dê bi wezareta karên derve re bişêwire û di nava 90 rojan de di derbarê pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê re raporê amade bike.

Parve bike: