TR KU SO
FB X
Cîhan

Tevgera Sedir: Dûr in ji heskirina nistiman, hest bi xemên gel nakin

Admin L
Nivîskar
📅 25 tebax 2022 16:30

PeyamaKurd – Salih Mihemed Iraqî yê ku wek Wezîrê Sedir tê nas kirin îro li ser facebookê da zanîn, metirsiyên li ser serokwezîr zêde bûne û desthilata Serokomarê Iraqê jî, ne di destî wî bixwe de ye.

Salih Mihemed Iraqî diyar kir, parlamento nikare bi karên xwe rabe û parlamenter jî dabeşbûne li ser wan partiyên ku derveyî berjewendiyên partî û pêkhateyên xwe tu tiştek din naxwazin, li gel wan parlamenterên serbixwe û dixwazin ji rewşê sûd wergirin dabeş bûne. Serokwezîr jî wek demkî pênase dikin û gef û metirsiyên li dijî wî jî zêde kirin û bê yasaya budceyê karên xwe birêve dibe.

Herwiha li ser wezîran jî got, wezîr beşek ji wan gendel in û beşek jî di karên xwe de serkeftî nebûne. Waye pêwendiyên dîplomatîk de hewsengî tune, serxwebûn tune, tenduristî tune, perwerde tune, çandinî tune, pîşesazî tune, kar tune, rê û pir tune, dad tune, hişkesalî li welat dide, desthilata serokomar ne di destê wî bixwe de ye, dadwerî gendelî piştguh kiriye (êdî ji tirsan de be, yan çavgirtin be) û xwe ji belge û tomarên deng û vîdyo bêxeber dike û zarokekî digre bi tohmeta diziya desmal kaxeziyan, çima divê yasa li ser biçûk û hejaran de bê cîhbicîhkirin. Lê li ser gendel û dûvik û milîsan cîhbicîh nebe?

Di berdewamiyê de Wezîrê Sedir got, ne xema tu partiyekê ye, tene dixwazin desthilata xwe zêde bikin. Dûr in ji heskirina niştiman, hest bi xemên gel nakin, hest bi wan kesan jî nakin ku çepik ji bo wan lêdane û deng dane wan.

Salih Mihemed Iraqî eşkere kir: “Hin kes li gor pîvanên xwe dema ku destûr ne bi dilê wan be, bi hewkariya li gel dadweriyê ve diguherin.” Iraqî destnîşan kir: “Ew xalên li jor rêgezên desthilatiyê ne û dipirse: “Çawa dikare rêz liv ê desthilatê bê girtin? Kanê rûmeta dewletê ku gendelî û tawan û madeyên hişbir û çekên neyasayî û destwerdanê derve û hwd… Çima bi daxwaza çaksaziyê (reform) dîn dibin û ma heta kengî? Belê dîn dibin, ji ber dixwazin hikûmetekî pêkbînin ku tişta mayî jî li Iraqê bifroşin û ew serwetê maye jî nav xwe de parve bikin.”

Parve bike: