TR KU SO
FB X
Cîhan

The Guardian: Qasim Suleymanî ji milîsên Iraqî re gotiye ji ser re amade bin!

📅 17 gulan 2019 16:52

PeyamaKurd - Tê gotin ku Fermandarê Giştî yê Hêza Qûds Qasim Suleymanî ku digel Pasavanên Şoreşa Îranê wekî rêxistina terorîst hatiye ragihandin ji milîsên şîe yên Iraqî yên alîgirên Îranê re gotiye, xwe ji şer re amade bikin!

Rojnameya The TGuardian a brîtanî daye zanîn, Qasim Suleymanî beriya sê hefteyan serdana Bexdayê kiriye û bi berpirsên pilebilind yên milîsên şîe êyn Îraqî yên nêzîkî Îranê re civiyaye û daxwaz ji wan kiriye, xwe ji bo şerî amade bikin.

Herwiha wê rojnameyê eşkere kir ku zanyariyên wê civînê gihîştine berpirsên îstixbarata Amerîkayê

Hêjayî bibîxistinê ye ku Qasim Suleymanî demek berê gotibû ku çûna ser masaya danûstanê ligel Amerîkayê tê wateya radestbûnê: “Dijminên me dixwazin bi rêya fişar û dorpêçên aborî ve Îranê bikşînin ser maseya danûstandinan, ku bê guman ev yek jî tê wateya radestbûnê. Lê xelkê me hişyar e û di vê rewşê de danûstandin tê wateya zelûlbûnê.’’


Suleymanî: Rûniştina bi Amerîkayê re teslîmbûn e

Parve bike: