TR KU SO
FB X
Cîhan

The Guardian: Serokê nû yê DAISê tirkmenekî iraqî ye

📅 21 rêbendan 2020 16:58

PeyamaKurd- Rojnameya brîtanî The Guardian derbarê serokê nû yê DAIŞê de nûçeyek belav kir. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku serokê nû yê DAIŞê tirkmenekî iraqî yê bi navê el Selbi ye. El Selbî bi eslê xwe tirkmen e û xelkê Telaferê ye. Çavkaniyên îstîxbaratê diyar dikin ku el Selbî berpirsê komkujiya êzîdiyan e.

Hat ragihandin ku piştî kuştina Serokê rêxistina terrorist a DAIŞê Ebûbekir el Bexdadî li şûna wî tirkmenekî iraqî bi navê Abdulrehman el Mavli el Selbî bûye serokê wê rêxistinê.

'El Selbi, birayê Nûnerê Eniya Tirkmenên Iraqê yê Tirkiyê ye'

The Guardian ku xwe dispêrê zanyariyên çavkaniyên ewlekariyê amaje dike ku El Selbi, birayê Nûnerê Eniya Tirkmenên Iraqê yê Tirkiyê Adil Selvi ye.

Li gorî nûçeya BBCyê, DAIŞê di meha Cotmehê de, piştî kuştina Ebûbekir Bexdadî ji aliyê Amerîkayê ve ragihandibû ku Serokê nû yê wê rêxistinê Ebû Ibrahîm el Haşimî el Qureyşî ye lê ji ber ku ev nav bernavek bû nedihat zanîn bê kî bûye serokê nû yê wê rêxistinê.

‘El Selbî yek ji damezirînerê DAIŞê û berpirsyarê Komkujiya Êzîdiyan e’

The Guardian di heman nûçeyê de ku xwe dispêrê çavkaniyên îstîxbarata îngîlîzî dide zanîn ku el Selbî yek ji damezirînerê DAIŞê ye.

Di nûçeyê de herwiha tê destnîşan kirin ku el Selbi berpirsyarê komkujiya êzîdiyên li Iraqê ye. Herwiha Selbi çalakiyên wê rêxistinê yên li seranserê cîhanê kordîne dikirin.

‘Bi salan beşdarî şer û pevçûnan bûye û di mekanîzmaya biryardayîna de cî girtiye’

Li gorî zanyariyan El Selbî jî wekî Bexdadî bi salan beşdarî şer û pevçûnan bûye û her tim di mekanîzmaya biryardayîna DAIŞê de roleke sereke wergirtiye.

El selbî li Zanîngeha Musilê Hiqûqa Şerîetê xwendiye û bi saya zanyariên xwe yên îslamî di nava DAIŞê de zû payeyên bilind wergirtine.

Nayê zanîn bê el Selbi xwe li ku vedişêrê lê tê texmînkirin ku li jîngehên biçûk ên rojavaya Mûsilê xwe vedişêre.

Parve bike: