Cîhan
THY 100 seferên xwe bi sedema berfê betal kir
PeyamaKurd – Şîrketa rêyên hewayî ya Tirkiyê THY bi sedema barîna berfa zêde, li Îstenbolê ji niha de 100 sefrên roja 19 ê adarê betal kir.
Di 19 ê adarê de 100 seferên ku wê ji balafirgeha Îstenbolê û Sabiha Gökçenê bihatina kirin, ji ber berfê betal kir. Biryara betalkirina seferan ji aliyê Komîta Rewşa Lezgîn (MADKOM) de hat dayîn. Li ser betalkirina seferan THY weha got:
“Di 19 ê adarê de bi sedena rewşa hewayê wê li Îstenbolê xerab be, bi egera biryara MADKOM ê 43 seferên hundir û 37 seferên derveyê welat bi tevahî 80 sefer hatin betalkirin. 20 seferên ku wê ji balafirgeha Sabiha Gökçen bihata kirin ew jî hatine betalkirin.”