Cîhan
THY 192 seferên xwe yên 13 ê adarê betal kir
PeyamaKurd – Şîrketa seferên hewayî ya Tirkiyê THY ragihand ku bi sedema hewa xerab, ew 192 seferên balafiran yên roja 13 ê adarê betal kiriye. Her weha seferên balafirgeha Sabiha Gokçenê jî wê % 30 kêm bikin. Şêwrimendiya THY ya çapemeniyê weha got:
“Bi sedema şertên hewayê roja 13 ê adarê ji balafirgeha Îstenbolê 162 sefer û ji ya Sabiha Gokçenê 29 sefer bi tevayî 192 sefer hatine betalkirin.”