Tifaqa Kurdistanî: Em tifaqa xwe xira nakin!
PeyamaKurd- Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK yê di roja 2yê Gulana 2018an de, bi civîneke çapemenîyê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ji raya giştî re îlan kiribûn.
Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, li gorî wan prensîbên siyasî yên ku ji raya giştî re hatibûn aşkerekirin, ji bo pêkanîna tifaqeke berfirehtir, li gel HUDAPAR û HDPyê hinek hevdîtin pêk anîn. Lê mixabin di encamê de ev hewlen Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan negihîşte wê encameke erênî.
Ev hewlên Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan yên ji bo tifaqeke berfirehtir, di nav gelê me de heyecan û sînerjîyeke germ û xurt belav kir. Gelê me piştgiriyeke mezin da vê hewla ku, dê gelê me li ser nasnameya xwe ya netewî bibe weke alîyekî.
HUDA-PARê heta îro jî tu bersîvek nedaye wê nameya Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ya ku li ser esasê prensîbên sîyasî pêk hatibû. HDP û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li ser deklerayoneke ji 6 xalan pêk hatî li hev kiribûn. Lê HDPê Danezanên (Bîldîrge) Rêzdar Selahattin Demîrtaş û HDPê bêyî ku van 6 xalan tê de bicîh bike, di 14ê Gulanê de ji raya giştî re aşkere kirin. Ev helwesta Navenda Giştî ya HDPê, tune hasibadina hevdîtinên ji bo tifaqê û wê deklerasyona 6 xalî bû. Ev helwest bû sebep ku, hewla Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li gel HDPê negihêje encameke erênî.
Em weke Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK, bi wê hêz û pêştgiriya ku gelê me daye vê hewla me ya tifaqa hilbijartinê; em dê vê tifaqa xwe ji bo hilbijartinên belediyan yên ku di sala 2019an de dê li dar bikeve jî berdewam bikin. Herweha ev tifaqa me, ji bo tifaqeke netewî û demokratîk ya mayînde jî dê bibe bingeheke esasî.
Em dê di demên pêş de jî vê tifaqa xwe berdewam bikin. Bi vê hişmendîyê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan biryar da ku, di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de her parti û hereketeke di nav Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de ye dê di helwesta xwe de azad be.
Bi rêzdarî em gelê xwe agahdar dikin.
11.06.2018
Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan (Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK)